Salih û cîgira wezîra derve ya Amerîkayê bo pirsên demokrasiyê, prosesa demokrasiyê û civaka medenî gotûbêj kir
Di civînê de têkeliyên Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê bi herêma Kurdistanê û Îraqê re kir û her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku ji bo zêdetir xizmetkirina xelkê Îraq û herêma Kurdistanê divê zêdetir hevkarî û hevahengiya di navbera hes ê aliyan de hebe.
Herwesa rewşa herêma Kurdistanê û geşkirina pirosesa demokrasiyê û parastina mafê mirovî hatin gotûbêj kirin û serokê hikûmetê behsa wan xebatan yên ku di warê pêşxistina pirosesa demokrasiyê , avakirina civaka medenî û rêzgirtina mafê mirovî de li herêma Kurdisdtanê hene kir. Di vê çarçoveyê de Salih daxaz ji şandeya Amerîkayê kir ku saziyên demokratîk û medeniyên amerîkî hevkarî û piştevaniya pirosesa demokrasiyê li herêma Kurdistanê bikin.
Ji aliyê xwe ve cîgira wezîra derve ya Amerîkayê bo karûbarên demokrasiyê got ku hikûmeta herêma Kurdistanê di warê çespandina demokrasiyê û xebatên medenî de gavên baş avêtine û hêvî kir ku zîdetir gav ji bo demokrasiyê li Kurdistanê û Îraqê bên avêtin.