• Saturday, 30 November 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî siyasetmedarên Kurdên Tirkiye kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî siyasetmedarên Kurdên Tirkiye kir
Îro çarşem 25/05/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî siyasetmedarên Kurdên Tirkiye kir ku ji Şerefedîn Elçî Serokê Partiya Demokrata Beşdar û Ehmed Turk Serokê Kongreya Civaka Demokrasî û Bayram Bozyel Sekreterê Partiya Maf û Azadiyan û Hamîd Geylanî hevserokê Partiya Aştî û Demokratîk (BDP) pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de, şanda siyasetmedarên Kurdên Tirkiye axaftina hemû aliyan ya di derbarê pêvajoya Kurd li Tirkiye li sayeya pêşhat û guhertinên li nav Tirkiye yê û paşaroja proseya siyasî û demokrasiya piştî hilbijartinên roja 12.06.2011 pêşkêş kirin û li vî warî de hewlên Hikûmeta Tirkiye ya li vî warî da bilind nirxand û bi pêwîstî zanîn gelê Kurd li Tirkiyê da tevgereke erênî li gel wan guhertinan da bike û warê diyalog û guftûgoyê li rûyê Hikûmetê ve û partiyê siyasiyên Tirkiyeyê da herdem vekirî bê.

Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo sazkirina vê konferansê derbirî û ragihand ku sazkirina vê konferansê yek ji bernameya bingehîna meye ku gotarekî yekgirtiya Kurd derbikevê ku ew jî gotara aştiye.

Her wiha Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku konferans ji aliyê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ve tê rêkxistin û ji bo xwe amadekirina vê konferansê jî pêwîste lîjneyeke hevbeş bi rêkkeftina hemû parçeyan pêkbê û li kombûnan de jî pêwîste bernameya konferansê rêk bixe û wan kesayetiyan destnîşan bike ku amadeyê konferansê dibin. Eve ji bilî li nûnerên pêkhatên cûda cûdayên Kurdistanê be.

Serok Barzanî eve jî xiste rû ku niha hel û mercek li holê daye ku Kurd li kombûn û civaka navdewletî de piştevanî lê tê kirin. Ji bo wê yekê divê hêzê Kurdistaniyan vê derfeta pêkhatî bi baş bi kar bînin û sûd lê werbigirin ji bo xizmetkirina bingeha pêkve jiyan û tebayî û birayetiya li navbera Kurd û gelan ku eve jî xizmet bi aştî û asayîş û aramiya navçeyê û cîhanê jî dike. Tu gîr û girift û kêşeyek bi şer nayê çareser kirin belku bi diyalog, serdema çek ji bo Kurd û ji bilî Kurd li ser çuye, tu dikarî bi hevgirtin û siyasetekî dirust gelek tişt bi dest bixî û ew hevgirtin jî bi du tişt tê encam yekem çetra neteweyiye neku hizbî û duyem jî peyrewkirina siyasetekî aştiyaneye ku dikare bi vê sedemê hêvî û daxwazên xwe bi awayeke siyasî bixî rû.

Li dawiya hevdîtinê de, Serok Barzanî ronahî xiste li ser girîngiya bi hêzbûna pêwendiya di navbera Kurd û Tirk ya li hemû astan, ew pêşkeftina bi demokrasiyê li Tirkiyê tê holê bi xalekî piştgir wesif kir. Ji bo xurtbûna wan pêwendiyan û daxwaz ji amadevanan kir ku sûd li wê keşûhewayê werbigrin ji bo bi destxistina mafê demokrasiyên Kurd li Tirkiyê da û heta demokrasî li Tirkiyê da berev pêş biçê û payeya xwe dabikutê meseleya Kurd jî pêşdikevê û piştevanî û hevsozî jî zêdetir dibê.
Top