822 kiristiyan di 7 salên dawiyê de li Îraqê hatine kuştin
Di wê amarê de hatiye xuyakirin ku li bajarên Kerkûk û Musil û bexda û hin bajarên din yên Îraqê 822 welatiyên kiristiyan hatine kuştin, ku beşek pir ji wan piştî hatine revandin îça di kuştin.
Ew amar dibêje 629 welatiyên kiristiyan ji ber ku kiristiyanbûn hatine kuştin, 126 kes jî di nava teqînan de bûne qurbanî.
Herwesa amar rondike ku 16% ji wan kuştyan xwedî şiyan û bawernamên bilindbûn û 13% jin bûn, rêja kuştinî 54% li bexdayê bûn, 28% li Musil bûn û yên din jî li deverên cuda yên Îraqê bûn.