Rêberên partên kurdan ji bakur berê xwe dan Herêma Kurdistanê
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Türk, Hevserokê BDP’ê Hamit Geylani, Serokê Giştî yê KADEP’ê Şerafettin Elçi, Serokê HAKPAR’ê Bayram Bozyel ber bi Herêma Kurdistanê ve bi rê ketin.
Li gorî agahiyên ku ji Bozyel wergirt, berpirsyarên TEVKURD, Baroya Diyarbekirê, Nûbihar, Ciwankurd û gelek pêşengên din ên kurdan jî di şandeyê de cih digrin.
Bozyel, diyar kir ku ji bo kurd ji pêşveçûnên li Rojhilata Navîn, Sûriye, Tirkiyeyê re amade bin, ew dixwazin demeke zûtir “Konferansa Neteweyî” pêk bînin.
Bozyel, da zanîn ku ew ê fikr û ramanên xwe bi Barzanî re parve bikin û piştre dibe ku bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Berhem Salih re jî hevdîtinek çêbikin.
Bozyel, bal kişand ji ber ku Serokdewletê Iraqê Celal Talabanî ji bo pişkînina pizîjkiyê li Amerîkayê ye dê nikaribin pê re hevdîtin pêk bînin û wiha axivî:
“Meseleya Konferanseke Kurdistanê demeke dirêj e di rojeva kurdan de ye. Bûyerên dawî yên li herêmê, Sûriyeyê, li Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê hewcedariya konferansê lezgîntir kir. Ji bo ku kurd bikaribin di dema pêşiya me de ji guhertinan ra amedekarî bikin, siyaseteke milî derxin holê, di nava xwe de danûstandin û diyalogê xurtir bikin, ev konferans hewce ye.”
Bozyel da zanîn ku di demeke wiha de hewcedariya vê konferansê germtir bû lewra wan biryar da ku niha biçin û hevdîtinên xwe pêk bînin, çimkî ew dê encax di nava çend mehan de amadekariyên konferansê biqedînin.
AKnews