Li Bajarê Kerkûkê bandekê bazirganên madên hoşber hatin girtin
Di vê derbarê de lêkolerê wê nivîsîngehê got: ‘’Di hundirê mehekê de me 6 kes li nav Kerkûkê girtine ku bazirganî bi madeyên hoşber, dermanên dembiserçûyî û hebên hoşber kirine. Destpêkê me 2 kes girtin ku 17 gram Afyon bi wan re bû, piştre hatin dadgehkirin û her yekî sê sal ceza xwarin.’’
Heman lêkoler wiha axifî: ‘’Li gor zanyariyên taybet û piştî çavdêriyeke bi dîqet me karî grubê bigrin, piştî girtina wan herdû kesan me 4 kesên din jî girtin ku gelek heb û dermanên dembiserçûyî bi wan re bû ku qedexeye bê pirsa doktor bên bikaranîn, ji ber mirov fêr dikin û pêve tên girêdan. Niha lêkolîn ligel wan herçar kesan tê kirin û piştre jî dê bên dadgehkirin.’’
Rudaw