Barzanî li gel hejmarek Xwendekarên Zanîngeha Silêmanî civiya
Li civînê de xwendekarên ku amade bûn, sebaret bi rewşa xwendinê li Zanîngeha Silêmanî û pirs û sedemên wê û çawayiya çareserkirina wan bi awayeke ku li berjewendiya xwendekarane û handerek bin li pêşxistina asta xwendin li wê zanîngehê da çend zanyariyekî pêwîst pêşkêşî bi Serok Barzanî kirin.
Her li vê civînê de çend pirs û giriftên Parêzgeha Silêmanî xistinrû, bi taybetî li ruyê ronakbîrî û civakî ve ku pêwîstiya wan bi çareserkirinê heye.
Guftûgokirina rûdawên vê dawiyê ya Parêzgeha Silêmanî û rewşa siyasiya Parêzgehê mijareke dinê vê civînê bû û li vî warî de her yek ji amadevanan nêrîn û dîtinên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin.
Serok Barzanî li gel spaskirina amadevanan li xistineruya pirs û giriftên bi awayeke eşkere tekez li ser li pêşxistina civaka Kurdewarî de girîngiya rola xwendekar û lawan kir û ragihand ku paşaroja gel di destê gencan deye û balkişand li ser wê yekê ku herdem piştgîriyê li law û xortên Kurdistanê dike û sebaret bi bajarê Silêmanî jî ragihand Silêmanî herdem li dilê me daye û rola wî bajarî jî li tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê da qet nayê ji bîr kirin û herdem li ber çavane û çi ji bo vî bajarî jî bê kirin her kême.
Me dest bi bernameyeke berfirehê çaksaziyê kir û li ser jî berdewam dibîn û bi tu awayekî cîh bi wê yekê nadîn ku derz bikeve nav yekrêziya gelê me ji ber ku hêza gelê me li yekbûnê daye û ji bo nehiştina wan gîr û giriftan hemû hewlek jî dixîne holê.