Serokê Herêma Kurdistanê li gel Qaymeqam û Birêvebirê Polîs û Berpirsê beşên hêza navxweya sînora Helebçe civiya
Li destpêka kombûnê da Qaymeqamê Helebçe rûdawên vê dawiya ya Helebçe û çawayiya reftarkirina hêzên navxweyî beramber wan rûdawan xisterû û tekez li ser wê yekê kir ku li gel şehîd û birîndarbûna zêdetirê 75 efser û derecedarê hêzên navxweyî wan hêzan karîn ser û malê xelkê û dam û dezgehên hikûmî û hizbiya deverê biparêzin û gelek bi nermiyê ve reftarê li gel rûdawan bikin.
Her wiha Birêvebirê Polîsê Helebçe wê yekê jî xisterû ku beramber wan reftarên nerm ji aliyê lîjneya bi dûvda çûna rûdawan hatin spas kirin ku eve jî şanaziye ji bo hemû hêzên navxweya deverê. Qaymeqamê Helebçe li dawiya axaftina xwe de daxwaz ji Serok Barzanî kir ku çawa herdem xemxurê deverê û malbata qurbaniyan buye wiha jî piştgîrî li wê yekê bike ku Helebçe bikin îdareyeke serbixwe.
Serok Barzanî li gel bi xêrhatina amadevanan, li ser edaya serkeftina wan spasiya Qaymeqam û hêzên navxweya deverê kir û ragihand ku bi wê serkeftinê ve karîn mînakekî xweş nîşa xelkê Kurdistanê bidin û pêwîste Hikûmet teqdîra vê edaya wan bike, ji ber ku we gelek berpirsiyarane reftar li gel rûdawan kir û ev rola we jî qet nayê ji bîr kirin.
Sebaret bi rewşa Helebçe jî Serok Barzanî ragihand ku Helebçe rewşeke taybeta xwe heye û her ev dever bû ku buye kilîla vekirina dergehên li ber gelê Kurdistanê da û meseleya Kurd jî bire qonaxekî din ve, ji bo wê yekê heqê xwe heye daxwaza îdareyeke serbixwe bike û em soz jî didin ku hewl bidîn bi cîh bikin û li ruyê xizmetguzariyê ve jî divê deverekî bi mînak bê û li hewl didîn ku bi hemahengiya li gel Hikûmeta Federal da alîkariya malbatê qurbaniyên Helebçe bikîn.