Di veşartina laşeyê xwenîşanderan de 11 kesên din li Himsê hatin kuşti
Li gor ajansan, duh li bajarê Himisê di dema rêwresmên binaxkirina 10 kesên ku pêr “Îna Azadî” bi destê hêzên ewlekariyê hatibûn kuştin 11 kesên din bi guleyên hêzên ewlekariyê hatin kuştin, û navên wan her 11 e kesan li cem çalakvanên mavê mirov hatin tumarkirin.
Xwenîşandern di dema veşartina cenazeyan de silovanên dijî desthelatê gotin, di encam de hêzên ewlehiyê teqe li xwenîşanderan kirin û 11 kes kuştin û hin kes jî birindar bûn.
Hêjayî gotinê ye ku serhildana gel li Sûriyeyê nêzî du mehan dibe ku dest pê kiriye û niha 70 roj derbaz kir û her roj çarçoveya wê hîn firehtir dibe, û ta niha bêtirî 900 kesî ji aliyê hêzên ewlehiyê û alîgirên Serokdewletê Beşar el-Esed ve hatin kuştin.
AKnews