Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybetê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraq kir
Li hevdîtinê de, her du alî dîtin û ramanên xwe yên sebaret bi komek pirsê girîng ku pêwistin bi rewşa îro ya Iraqê û hengavên temamkirina pêkhata Hikûmeta Federal û diyar kirina Wezîrên poste wezaretên emniyan û Encumena Bilinda Siyaseta Stratejiyan danustandin kirin. Her du alî tekez li ser lezkirina wan karên bi navê pêkanîna Hikûmetekî Federal ku erkên xwe raperîne û bernameyên xwe bîne holê kirin.
Her wiha li vê hevdîtinê de, pêvajoya taybet bi cîh bi cîhkirina maddeya 140 û karê paşarojê ya UNAMI sebaret bi wê pêvajoyê û her wiha pirsa mayîna hêzên Emerîka piştî sala 2011 û pirsa parastina emniyeta navçeyên veqetandî ji aliyê hêzên hevbeş ve hate nirxandin. Li vî warî de tekez li ser zêdetir pejirandina êmnî û aramî û li gor destûrê çareserkirina pirsên wan navçeyan kirin.