Îro opozisyon bejdarî rûniştina fermiya perlemanê kurdistanê bû
Şêwirmendê ragihandina Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Tariq Cewher ragihand, “Ji bo gengeşekirina bûdceya giştî ya sala 2011ê, îro Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi amadebûna her sê aliyên dijbereyê (mûxelefetê) civîna xwe li dar xist.”
Cewher ronî kir ku Serokatiya parlamentoyê daxwaz ji Wezîrê darayî kir ku bûdceya sala 2011ê bixwîne.
Ji aliyekî dî ve Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bayiz Talebanî aşkere kir ku bûdceya 2011ê, 11 tirlyon û 80 milyar dînarî iraqî ye.
AKnews