Komkujiya Dêrsimê li perlemantoya ewropayê tê bîranîn
Konferans dê li Brûksela paytexta Belçîkayê wek 3 rûniştinan bi rê ve biçe. Axaftina vekirinê ya konferansê jî dê ji aliyê serokê Grûpa Çepger ya di PEyê Lothar Bisky bê kirin.
Di rûniştina yekê ya konferansê ya bi navê “Dîrok: Komara Tirkiyeyê, Dêrsîm 1937-38 û tiştên ku qewimîne” de, dê her yek ji dîrokzan Nurşen Gurboga, rojnameger Ayşe Hur û namzedê serbixwe yê Dêrsîmê Şerafettin Halîs dê gotarek pêşkêş bike.
Axêverên rûniştina duyê ya bi navê “Polîtîka: Dêrsîm 38, Siyaset û Pêşberîhevbûn”jî rojnameger Oral Çalişlar, Nuray Mert û namzedê serbixwe yê Dêrsîmê Ferhat Tunç e.
Rûniştina sêyê ya bi navê “Hiqûq: Dêrsîm 38, Hiqûqa Navdewletî û Tecrubeyên heyî” jî dê ji aliyê hiqûqnasê amerîkî Barry Fischer, Prof. Dr. Mithat Sancar û parêzer Erdal Dogan ve bê pêşkêşkirin.
Gotarên dawîn yên konferansê dê ji aliyê Serokê Grûpa Dostaniya Kurdan ya PEyê Jurgen Klute û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk ve bên pêşkêşkirin.
Komkujiya Dêrsîmê di navbera salên 1937 û 1938ê de hate pêkanîn. Bi taybet ji ber bombebaranên firokeyan gelek kurdan canê xwe ji dest da. Rêberê berxwedanê Seyîd Riza li 15ê nîsana 1937ê hate îdamkirin. Komkujî bi fermanderiya general Abdullah Alpdogan hate pêkanîn.
Keça manewî ya Kemal Ataturk Sabiha Gokçen jî wek pîlot beşdarî vê komkujiyê bû. Li gor amarên resmî di komkujiya Dêrsîmê de 13.160 kurd û li gor jêderên herêmî jî zêdetirî 60 kurd hatin kuştin. Beşek ji yên ku ji mirinê filitîn, bi zorê bo bajarên Tirkiyeyê hatibûn raguhastin.
(AKnews)