Civata pîrên Emrîka bawerî bi çaksaziyên Esed namaye
Li pey hevpeyvîneke kovara "Foreign Policy" ya taybet bi karûbarên derve, John Kerry ku yek ji kesên alîgirê asayîkirina pêwendiyên Sûrî-Amerîkî ye got, “Diviya bû Washingtonê Beşar el-Esed bixista bin ezmûnekê.” Lê wî amaje pê da, “Niha, dem derbaz bû û derfet nema.”
John Kerry 6 caran bi el-Esed re civiya ye û di adara borî de bergiriya niyazên wî yê çaksaziyê kiribû lê niha got, “El-Esed êdî ne çaksaz e.”
Her wiha Senator John McCain ji kovara "Foreign Policy" re got, “Ragihandina birêveberiya DYA ku şiyanên el-Esed yê çaksaziyê hene, ji şaştiyê herî mezin e di dîroka siyaseta derve ya Amerîka de.”
AKnews