Mesûd Barzanî pîrozbahiyê li Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birayê min ê birêz Kak Mihemedê Hacî Mehmûd
Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê
Silav û rêz
Ji bo dawî hatina Kongreya Şeşema Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê û hilbijartina cenabê we ya Sekreterê Partî, pîrozbahiyeke germ li we dikim û hêviya serkeftina we dixwazim.
Helbet ev erkê qurs ku ji bo carekî din dikevê stûyê cenabê we, berpirsiyariyeke neteweyî û nîştimaniye. Ez li wê baweriyê dame cenabê we li asta wê baweriyê dane ku endamên kongre jî bi cenabê we bexşîn.
Her wekî dizanin rewşa siyasiya îro ya Kurdistanê ji berê zêdetir pêwîstî bi hemahengî û karê hevbeşê aliyê Kurdistaniyan heye û li benda cenabê we ne ku hûn fakterekî yarîdeder bin li yekbûna îradeya siyasî ya ji bo dakokîkirina li meseleya nîştimaniyan û mafê neteweyiyên gelê me û encamdana çaksaziyên pêwîst ku armanca me hemû aliyeke.
Careke din pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11/05/2011