• Saturday, 30 November 2024
logo

Mesûd Barzanî pîrozbahiyê li Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê kir

Mesûd Barzanî pîrozbahiyê li Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê kir
Mesûd Barzanî serokê herêma kurdistanê di namekê de pîrozbahiya Mihemed hacî Mehmûd sekirtêrê partiya Sosyalîsta demokrata Kurdistanê kir ev jî têkista wê namê ye.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birayê min ê birêz Kak Mihemedê Hacî Mehmûd

Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê

Silav û rêz

Ji bo dawî hatina Kongreya Şeşema Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê û hilbijartina cenabê we ya Sekreterê Partî, pîrozbahiyeke germ li we dikim û hêviya serkeftina we dixwazim.

Helbet ev erkê qurs ku ji bo carekî din dikevê stûyê cenabê we, berpirsiyariyeke neteweyî û nîştimaniye. Ez li wê baweriyê dame cenabê we li asta wê baweriyê dane ku endamên kongre jî bi cenabê we bexşîn.

Her wekî dizanin rewşa siyasiya îro ya Kurdistanê ji berê zêdetir pêwîstî bi hemahengî û karê hevbeşê aliyê Kurdistaniyan heye û li benda cenabê we ne ku hûn fakterekî yarîdeder bin li yekbûna îradeya siyasî ya ji bo dakokîkirina li meseleya nîştimaniyan û mafê neteweyiyên gelê me û encamdana çaksaziyên pêwîst ku armanca me hemû aliyeke.

Careke din pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11/05/2011
Top