Serok Barzanî: Vekirina hêla asmaniya ya yekser di navbera Roma û Hewlêrê de pêngavekî girînge
Di hevdîtinê de, pêwendiyên di navbera herêma Kurdistan û Îtalyayê û xurtkirin û berfirehtirkirina van pêwendiyan hate behis kirin. Jiuvanî Vernetî xweşhaliya xwe derbirî ku dûbare serdana herêma Kurdistanê, ew herêma ku bûye çîroka serkeftinê li cîhanê da dike. Wî daxwaza berdewambûna pêwendiya welatê xwe li gel herêma Kurdistanê kir û got ku ew têkeliyên bi Kurdistanê re dikare bibin pira derbasbûnê bo deverên din yên Îraqê.
Senatorê îtalî di berdewamiya axavtina xwe de balkişand li ser wê yekê ku ji bona pêkanîna amdekariyan bo destpêkirina geştên asîmanî yên rasterast di navbera Roma û Hewlêrê de, di demeke nêzîk de heyetek ji Îtaliyyaê dê serdana herêma Kurdistanê bike.
Ji aliyê xwe ve serok Barzanî behsa kultura lêbhurînê li herêma Kurdistanê kir û got ku ev kultur ji baweriya kurda bi demokrasî û prensîpên wê ve hatiye.
Barzanî behsa wan waran yên ku herêma Kurdistanê pêwîstî bi hevkariya welatê Îtalya û kompanyayên wê heye kir û vekirina hêla asîmaniya rasterast di navbera Roma û Hewlêrê jî bi pêngavekî girîng wesifkir ku dibê sedema pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan de.