Serokê Îraqa fidral ber bi DYE a birê dikeve
Li gor beyannameyeke Serokatiya Komara Îraqê, îro Serokkomarê Îraqê Celal Talabanî ji Firokexaneya Navdewletî ya Bexda ber bi Amerîka bi rê ket.
Li gor beyannameyê Talabanî, bi mebesta tendirûstî û kontrolê serdana Amerîka dike. Di vê derbarê de Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Îmad Ehmed gotibû: ‘’Serdana Mam Celal bo Amerîka ne serdaneke fermî ye.’’
Di heman beyannameyê de tê gotin ku biryar e piştî serdana Amerîka Serokkomarê İraqê Celal Talabanî bi mebesta beşdarbûna merasîma derbasbûna 150 sal di ser damezrandina Îtalya ve serdana wî welatî jî bike.
Rudaw