Serokê Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Kongresa Amerîka kir
Di hevdîtinê de, pêşhatên dawiya rewşa siyasî û emniya Iraqê, ew hewldanên ku li holê dane ji bo pirkirina wezaretên emnî, çareserkirina pirsa Encûmena Bilinda Siyasetên Stratejîk û amadehiya hêzên emniyên Îraqê ji bona parastina emniyeta welêt ya piştî vekişana hêzên Amerîka hate guftûgo kirin.
Her du senatorên amerîkî behsa rola serok Barzanî ya pêkanîna hikûmeta niha ya Iraqê kirin ku bi sedema destpêşxeriya dîrokiya wî ku karî hemû serkirdeyên qewareyên siyasiyên Iraqê li Hewlêr û paşê jî li Bexdayê kombike. McCain û Graham hêvî xwest vê carê jî destpêşxeriyeke din ji bo çareserkirina wan pirsên ku rûbiruyê pêvajoya siyasiya Iraqê bûye bixe rû û tekez jî li wê yekê kir ku li her çareseriyek da serok Barzanî rola serekî dibînê.
Her wiha her John McCain û Lindsey Graham rola hêzên hevbeş li navçeyên veqetandî de bilind nirxand û daxwaz kir ku, ji bo parastina emniyet û aramiya wan navçeyan zêdetir girîngiyê bi wan hêzan, bidin. Wan balkişand li ser pêşkeftinên Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî û avadankirinê da, û got ku tevî wan karesat û derdeseriyên bi dirêjahiya dîrokê rastî gelê Kurdistanê hatine, lê belê li sayeya peyrewkirina sîstemekî azad û demokrat karîn qerebuya wê nehametî û mergesatan bikin. Eve jî ji bo siyaseta hekîmaneya serok Barzanî ve vedigerê.
Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi serdana her du Senatoran bo herêma Kurdistanê derbirî, tekez li wê yekê kir ku hemû hewldanên xwe dixe holê ji bo nêzîkkirina nêrîn û dîtinên aliyên siyasiyên Iraq û çareserkirina wan pirsên ku rûbiruyê pêvajoya siyasî bûne û dûpat jî li ser girêdayîbûna hêz û aliyê siyasiyê Iraqiyan bi peymanên berê kir.