Barzanî û Talebanê pêşhatên herêma Kurdistanê û Îraqê gotûbêjkirin
Di hevdîtinê de ku, Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê amade bû, di derbarê pêşhatên dawiyê Iraq û herêma Kurdistanê de guftûgo kirin.
Her du serok Talebanî û serok Barzanî di derbarê meseleyên girêdayî bi proseya siyasiya Iraqê hevfikir bûn ku pêwîste xebatên cidî ji bona ku kutle û aliyên siyasiyên Iraqê zêdetir nêzîkî hev bibin û pirsa wezaretên emnî çareser bikin, xebatên cidî bên kirin. Di vî warî jî de girîngiya girêdayîbûna bi rêkeftinên siyasyên di çarçêweya destpêşxeriya serok Barzanî de dupat kirin.
Derbarê pêvajoya herêma Kurdistanê jî, girêdayîbûna bi biryarên her du polîtbûroyên (PDK) û (YNK) û biryara hevdeh xaliya parlamentoya Kurdistanê ya ji bo bi aştî çareserkirina pirsgirêkan û bikaranîna rêya diyalog û danustandinên yekalî kirina her meseleyek ku pêwîste bi dawakarê siyasiyan dupat kirin.
Serok Talebanî û serok Barzanî tekez li ser pêwîstiya berdewambûna pêvajoya çaksazî û pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyê bi hemwelatiyan kirin.