• Saturday, 30 November 2024
logo

Zanîngeha Duhokê weke endamek çalak di yekêtiya zanîngehên Erebî de hathelbijartin

Zanîngeha Duhokê  weke endamek çalak di yekêtiya zanîngehên Erebî de hathelbijartin
Li naverasta meha sê ya îsal zankoya Duhokê bi awayekê fermî bû endama çalak ya yekêtiya zanîngehên Erebî.

Piştî çend caran hejmareka zanîngehên Erebî dan bi zanîngeh û xêndkarên zanîngeha Duhokê ne dikir ne dihatine wergirtin, lê piştî seredana şandekê yekêtiya zanîngehên Erebî bo zanîngeha Duhokê û dîtina sîstemê wê yê xwandinê û helsengandina astê wê yê zanistî û dîtina hejmareka senterên vekolînan û taqîgehên zanistî biryar da zankoya Duhokê bibe endama çalak ya yekêtiya zanîngehên Erebî.

Eve piştî yekêtiya zanîngehên Erebî kongireyê xwe li naverasta meha sê ya îsal li xula 44 li zankoya Urdinî girêdayî, biryar hat dan ku zanîngeha Duhokê bibe endameka çalak li nav zanîngehên Erebî.

Zanîngeha Duhokê endama yekêtiya zanîngehên cîhaniye û endama pirojeyê Îrosmus Minduse. Rêkeftinên du alî ligel hejmareka berçava zanîngehên navdarên cîhanî hene.

rojnamawar
Top