• Saturday, 30 November 2024
logo

Mesûd Barzanî xelata Aşitî û Çalakiya Dîplomasiyê ji Zanîngeha Tufts wergirit

Mesûd Barzanî xelata Aşitî û Çalakiya Dîplomasiyê ji Zanîngeha Tufts wergirit
duhî şemîyê 07.05.2011 li çarçoveyê merasimeke taybet da bi amadebûna Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê, Mesrur Barzanî serokê ajansa parastina asayişa herêma Kurdistanê Parastin, hejmarek ji parlementerên ser bi fraksiyênên parlamentoya Kurdistanê, konsolosê giştî yê Amerîkayê yê li herêma Kurdistanê, profesor Robert Bendetson endamê borda zanîngeha Tufts (Tufts University) û endamê encumena birêvebirina peymangeha (Institute For Global Leader Ship) a ser bi wê zanîngehê ve, xelata Aştî û Çalakiya Dîplomasiyê bi Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bexşî.

Di merasima xelatkirinê da, profesor Robert Bendetson gotarek pêşkêşî kir û got:
- Cîyê şanazî û şerefekî mezine ji bo min ku ez îro li Kurdistanê me û şanazî û şerefekî mezine jî ku ez bi navê zanîngeha (Tufts)ê vê xelatê, weke rêzlênan ji bo kar, xebat û afrandindên warê aşitiyê û çalakiyên diplomasî û herwesa xebatên berdewam ji bona çespandian demokrasiyê li Îraqê vê xelatê pêşkeşî serok Barzanî dikem.

- Bi çavên xwe me dît ku çawa bi hewldanên xwe hemû hêzên îraqiyan li Hewlêrê û paşê jî li Bexdayê komkirin û bi diblomasiyeta xwe jî karî bi awayekî serkeftî pêngavan berev paşarojê pavêje.


- Zanîngeha (Tufts) ku wekî mala serkirdeyên cîhanî hatiye naskirin, îro bi şanaziyê ve vê xelata Aştiyê dibexşe serkirdeyeke aştîxwaz ê wekî serok Barzanî ku bi siyaseta hekîmaneya xwe hemû aliyên îraqî pê dişêwirin û her bi wê siyaseta xwe jî karî aştî li seranserê Iraqê da bîne holê.

- Ev xelat salê carekê ji wan serkirde û kesayetiyên cîhanî tê dayîn ku rolekî berbiçav di warê aştî û çalakiyên diblomasî da dibînin. Îsal Encumena Borda Zanîngeha Tufts serok Barzanî ji bo wê xelatê hilbijart.

- Berdewamî pêvajoya avadanî û binyadnana bingeheke xurt, her wiha pejirandina aştî û demokrasiyê li herêma Kurdistanê da her du jî ji bo wê siyaseta hekîmaneya serok Barzanî ve vedigere. Ji bo wê yekê îro gelê Kurdistanê bi çavekî pir rêz û şanaziyê ve temaşa van karên serok Barzanî dikin û hêvîdarîn ev xelat bibe nîşaneyek di jiyana serok Barzanî û paşarojeke baş jî li benda herêma Kurdistane û cîhan jî bi çaveke sosret temaşa vê ezmûna herêma Kurdistanê dike.

Li beramber da, serok Barzanî spasî profesor Robert Bendetson kir û got:
- Cihê şanaziye ku îro profesor Robert Bendetson bi nûnerayetiya zanîngeha Tufts vê xelata pir biha pêşkêşî min dike û eve jî xelateke ji bo hemû take keseke vê Kurdistanê. Ez bi navê gelê Kurdistanê spasî zanîngeha (Tufts) dikim û herdem em hemû wekî gelê Kurdistanê şanaziyê bi xelatên bi vî awayî dikîn ji ber ku ew xelat taybete bi aştî û diblomasiyetê. Em gelê Kurdistanê gelek baş li bihayê vê xelatê têdigihîn. Gelê kurd bi dirêjahiya dîrokê rastî çendîn karesatan bûye her ji Enfal, komkujî, kîmyabaran, qîrkirin û wêrankirina gundan. Xebata gelê me herdem ji bo aştî û pêkvejiyanê bûye. Em şanaziyê jî bi vê xebata xwe dikîn ku herdem dûrî li tundutîjiyê bûye û ew xelata îro jî ji bo wê xebata pakij û bê mînak e. Îro tevahiya gelê Kurdistanê qedrê wê azadiyê dizane ku me bi destxistiye û soz jî didîn ku hem ji bo gelê xwe û hem jî ji bo gelên din bi berdewamî kar ji bo aştiyê bikîn.
Top