Serokayetiya Herêma Kurdistanê daxwaza çareserkirina kêmasiyên warê hatûço û rê û baniyan kir
Li vî derbarî de Dîwana Serokayetiya Herêmê li nivîsek da ji bo Serokayetiya Encumena Wezîran balkişandiye li ser zêdebûna rêjeya rûdawên hatûçoyê û çendîn xalan jî pêşniyar kiriye ku bi navê danîna programeke lêhatî û guncaw sîstemekî serdemiyaneya ku bibê cihê kêmkirina rûdawên hatûço û parastina jiyana hemwelatiyan lêkolîneke zanistiyaneya vê diyardeyê bêkirin.
Her wiha li pêşniyarê da tekez li ser ber bi çav girtina standardên endazyarî û teknîkî û nexşeya guncaw û bihêzkirina çavdêriyê hate kirin. Eger pêwîst bike bi navê xizmetgihandina hemwelatiyan û parastina serû malê wan yasa û rênimayiyên hatûçoyê jî pêdaçûnek li ser bête kirin.