• Saturday, 30 November 2024
logo

30 kes di îniya rûbirûbûnê de li Sûriyayê hatin kuştin, Emrîka jî bi tundî kuştina xwenîşanderan şermizardik

30 kes di îniya rûbirûbûnê de li Sûriyayê hatin kuştin, Emrîka jî bi tundî kuştina xwenîşanderan şermizardik
Di xwenîşandanên ku li piraniya bajarên sûryayê hatibûn pêkanîn nêzî 30 kes hatin kuştin û Emrîka jî kuştina xwenîşanderan bi tundî şermazardike û bi gotina emrîka nabe hovane reftar tevî xwenîşanderîn cesar ku daxwaza mavê xwe dikin bê kirin.

Duhî roja înî li bajarên Hims, Hema, Dêrezor, Banyas, Rîfdîmeşq, Dîmeşq, Adlib û hindbajarên din yên sûryayê xwenîşandanên girseyê hatin li darxistin, û di nava xwenişanderan da hitavên em bi terane Dera û azadî û emê te rakin Beşar û gel jinavçûna deshelatê dixwaze, hat gotin.

Di heman dem de li bajaên Qamişlî Amodê û dirbesiyê yên kurdan jî xwenîşandan hatin li darxistin û daxwaza azadiyê û piştevaniya Dera hatkirin.

Li gor hin çavkaniyan hêzên ewlehiya sûrî li Hemayê 6 kes kuştin, û li himsê 15 kes kuştin, tevî ku Hizek bi debabe li Himsê hatiye bicîkirin, û li Dirêzorê jî 4 xwenîşander hatin kûştin.

Herweha li hemû deverên Sûrî dest bi girtinê tê kirin û nêzî 8 hezar kesa ta niha girtî û berzene.

Ji bal xweve Emrîka di beyanamekê de kuştina xwenîşanderan bi tûndî îdane dike û dibêje sûrya, hina li ser wê hizrê ye ku bi rêya hêzê dê xwenîşanderan bêdeng bike, û pê li mavê mirovan dike û ji Dçmeşqê dixwazin dest ji kuştina xwenîşanderan berdin û dest bi çaksaziyên lezbikin û mafê welatiyan bidinê.
Top