• Saturday, 30 November 2024
logo

Mesûd Barzanê banga gotûbêjan dike û helweşandina hikûmetê bi karek nerewa didane

Mesûd Barzanê banga gotûbêjan dike û helweşandina hikûmetê bi karek nerewa didane
Îro li Hewlêrê bi amadebûna Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistan kongira partiya Sosyalista demokrata kurdistanê hat li darxistin, di çarçuvê vê kongirê de Barzanî gotarek pêşkêşkir û tê de banga gotûbêjên tevgir kir, û helweşandina hikûmetê bi karek ne rewa û kudeta li ser şeriyetê dazanîn.

Mesûd Barzanî di gotara xwe de xuyakir: ku cihê tilyên partiya Sosyalist di xebata azadiya gelê kurd de eşkeraye, û hêviya serketinê jêre xwast û got: hêvîdarin kongira we serkeftî be, û biryarên we di berjewenda gelê kurd dabin.

Barzanî got jî: ez dixwazim hinekê behsa rewşa niha ya kurdistanê bikim, ez dîsa bang li hemû aliyan dikim û ji hemû aliyan dixwazim li ser mêza gengeşê bi civin û danûsitandinan bikin, me pêdivî bi çaksaziyane û me dest bi çaksaziyan kirye, û çareserkirina kêm û kasiyan karê hemû aliyekê ye, lê helweşandina hikûmetê karek nerewye û kodetaye li ser şeriyetê û nayê qebûlkirin.

Serokê herêmê amaje bi wê jî da, çarenivêsê me hemuyan li herêmê bihev girêdaye û gereke hemû alî hest bi berpirsatiyê bikin, giringe hizrên xelkê li herêmê weke xelkê başûrê Sûdanê lê bin nek mina Misr û Tûnisê.

Mesûd Baranî di gotara xwe de peyamek pêşkêşî opozisyonê kir û got "werin beşdarî hikûmetê bibin, eger ne werin beşdarî elbijartinan bibin.
Top