Mesûd Barzanê banga gotûbêjan dike û helweşandina hikûmetê bi karek nerewa didane
Mesûd Barzanî di gotara xwe de xuyakir: ku cihê tilyên partiya Sosyalist di xebata azadiya gelê kurd de eşkeraye, û hêviya serketinê jêre xwast û got: hêvîdarin kongira we serkeftî be, û biryarên we di berjewenda gelê kurd dabin.
Barzanî got jî: ez dixwazim hinekê behsa rewşa niha ya kurdistanê bikim, ez dîsa bang li hemû aliyan dikim û ji hemû aliyan dixwazim li ser mêza gengeşê bi civin û danûsitandinan bikin, me pêdivî bi çaksaziyane û me dest bi çaksaziyan kirye, û çareserkirina kêm û kasiyan karê hemû aliyekê ye, lê helweşandina hikûmetê karek nerewye û kodetaye li ser şeriyetê û nayê qebûlkirin.
Serokê herêmê amaje bi wê jî da, çarenivêsê me hemuyan li herêmê bihev girêdaye û gereke hemû alî hest bi berpirsatiyê bikin, giringe hizrên xelkê li herêmê weke xelkê başûrê Sûdanê lê bin nek mina Misr û Tûnisê.
Mesûd Baranî di gotara xwe de peyamek pêşkêşî opozisyonê kir û got "werin beşdarî hikûmetê bibin, eger ne werin beşdarî elbijartinan bibin.