• Saturday, 30 November 2024
logo

Xwepêşandan li Sûriyê berdewamin û bi hezaran kes hatine girtin

Xwepêşandan li Sûriyê berdewamin û bi hezaran kes hatine girtin
Şeva borî li bajarê Qamişlo xwepêşandanek berfereh bi beşdariya bi hezaran kes bi rêve çû, xwepêşanderan bi mûm û siloganên Bijî Azadî piştevaniya xwe bo xelkê bajarê Deraa dobare kirin.

Li bajarê Zanîngehê li bajarê Helebê jî şeva bûrî bi sedan xwendekar xwepêşandanek sazkirin, têde daxwaza şikandin dorpêça bajarê Deraa yê kirin.

Ji aliyek din ve her ku diçe gufaşên ser rejîma Sûriyê zêdetir dibin, peyvdarê bi navê Koçka Sipî ragehand ku kirdarên rejîma Sûriyê li bajarê Deraa, sizadanek giştî ye û bi çi şêweyekê nayê qebûlkirin.

Ji aliyê xwe ve her sê welatên Elmaniya, Firensa û Berîtaniya cuda cuda, amaje bi sizayên zêdetir dikin bo ser berpirsên Sûriyê ku renge vê carê serokê Sûriya Bişar Esed jî bi xwe ve bigre.

Li gor zanyariyên rêxistinên mafê mirovan, ji destpêka serhildana gelê Sûriyê de ta niha nêzîkî 600 kes bi çekên rejîmê mirin e û piraniya wan xelkê bajarê Deraa ya başûrê Sûriyê ne.
Top