• Saturday, 30 November 2024
logo

Talebanî di nameyekê de kuştina Bin Ladin li Obama piroz dike

Talebanî di nameyekê de kuştina Bin Ladin li Obama piroz dike
Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, bi helkefta kuştina rêberê rêxistina el-Qaîde Ûseme Bin Ladin, kêfxweşî û pîrozbahî ji bo Serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama pêşkêş kir.

Li gor Ofîsa fermî ya Serokomarê Iraqê li Bexdayê belav kiriye, Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, duh, bi nameyekê kêfxweşiya xwe bo Serokê DYAyê pêşkêş kir ku tê de got:“Cîhan ji yek ji mezintirîn nîşanên şer û xerabiyê rizgar bû, em we û xwe pîroz dikin ji bo vê serkeftinê, ku hêzeke amerîkî ew operasyon bi cih anî û ew gaveke di binbirrkirina terorê de.”

Her wiha Talebanî ron kir ku şopên pençên Bin Ladin û hevkarê wî hîn li welatê me diyar e, bi hezaran bûn qurbaniyên tawanên destên wan ên qirêj ji hemû nijad, gel û olan û hindek ma bû rêxistina el-Qaîde şerekî navxweyî li Iraqê pêxin.

Serokomarê Iraqê Celal Talebanî pîrozbahiyê xwe ji bo serok û gelê DYAyê û hemû gelên cîhanê yên li dijî tundûtûjiyê û tundrêyê, pêşkêş kir .

AKnews
Top