Hikûmeta herêma Kurdistanê çend biryarên giring da
Di destpêka civînê de rewşa herêma Kurdistanê tê de derbas dibe hat nirxandin û ji bona parastina can, mal û jiyana hevwelatiyan û pêkanîna rewşeke aram bo kar û kasibiyê tekîd li ser aramkirina rewşa herêma Kurdistanê hat kirin. Di vê çarçoveyê de serokê hikûmetê got: ”Pîvanên sereke yên miamilekirina hêzên emniyên peywendîdar digel vê rewşa îro divê bicihkirina hukimê qanûnê, rêgirtin li pêşiya libinpêkirina qanûnê û dabînkirina aqarekî aram bo hevwelatiyan û rêgiritn li şidetê û aloziyên siyasî be.
Her di civînê de civata wezîran tekîd li ser wê yekê kir ku hemû nakokî û milmilanên siyasî bi rêyên aşitî bên çareser kirin. Di vê çarçovryê de civata wezîran daxaz ji hizib û aliyên siyasîyên herêma Kurdistanê kir ku hemû li ser masa diyalogê û bi awayekî hêmin pirsgirêkan çareser bikin. Herwesa civata wezîran daxaz ji hemû aliyan kir ku ji bona cîbicîkirina wezîfeyan û xizmetkirina hevwelatiyan û parastina emniyet û çespandina qanûnê alîkariya hikûmetê bikin.
Civîna civata wezîrên hikûmetameta herêma Kurdistanê tekîd li ser berdewamiya pirosesa çaksaziyê û zêdetir xizmetkirin û dabînkirina pêdawîstiyên hevwelatiyan, dûr ji acendayên siyasî, kir, herwesa tekîd li ser cîbicîkirina bernameyê çaksaziyê yê serokê herêma Kurdistanê hat kirin û serokê hikûmetê got: ”Bersiva hikûmeta herêma Kurdistanê bo rewşa îro ya herêma Kurdistanê cîbicîkirina daxzên hevwelatiyan e ku ev yek jî bi xelkê xemxor û dilsoz tê kirin.
Di civîna duh da civata wezîran li dor îtxalkirin û dabeşkirina dermanan û pêdawîstiyên pizîjkî rênîşanderên taybet derkirin ku:
- Îtxalkirina dermanan bo herêma Kurdistanê divê bi rêya şirketên xwedî desrtûr (lîsans) be.
- Ew dermanên tên bo Kurdistanê divê ji aliyê komîteyeke şareza û pispor ve bên kontrol kirin.
- Divê kompaniyaya berhemîner ya naskirî be li cîhanê.
- Kalîteya dermanan gelek baş be.
- Cîyê parastin û firotina dermanan hemû şertên saxlemiyê tê de hebin
Mijareke din a civîna civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê rewşa karebê li herêma Kurdistanê bû. Di vî warî de civînê wezareta karebê teklîf kir ku ji bo rêxistin, berhemanîn, dabeşkirin û firotina karebê bernameyekî amade bike.