Leyla zana: êdî kêr giha hestî û sebra Kurda nema
Leyla Zana Namzeta serbixwe ya Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê ya Diyarbekirê, di mîtînga Farqînê de bang li Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan kir û got: ‘’Erdogan û AKP ji gel ne mestir in. Êdî kêr gehiştiye hestî û sebra gelê Kurd nemaye. Herwiha heta pirsa Kurd neyê çareserkirin wê tirsa gelê Kurd di dilê AKPê de her hebe.’’
Li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê li dijî operasyonên leşkerî û siyasî mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtingê de namzeta Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê ya Diyarbekirê Leyla Zana axifî û rexneyên dijwar li hikûmeta AKPê girtin.
Zana wiha axifî: ‘’AKP û Serokwezîr xwe di ser gel re dibînin. Ev dozeke bi rûmet û pîroz e. Bila AKP û Serokwezîr bizanibin ku ji gel ne mezintir in. Li ser gel dîktaroriyê dimeşîne. Daxwazên gel paşguh dike. Êdî kêr gehiştiye hestî û sebra gelê Kurd nemaye. Heta pirsa Kurd neyê çareserkirin wê tirsa gelê Kurd di dilê AKPê de her hebe.’’ Zana bang li Kurdên ku di nav AKPe de jî cih digirin kir û xwest li nasname û rûmeta xwe xwedî derkevin.
Rudaw