Sûrya du kesatîyên Kurd girtin û hin leşkerên Kurdan jî hatin kuştin
Li gor siteya Reuters, ku Ebdul Qadir Xeznewî û Ebdul Semed Elî roleka wan gelek girîng di xwepêşandanên ji roja 15 adara meha çûyî ve yên dijî sîstema serokê Sûrîya Beşar Elesed hebû.
Her di evê bareyê de Merrsed Elsûrî ya mafê mirovan ragihand ku, hêzên ewledarîya Sûrîya li bajêrê Reqa ya li bakurê Sûrîya çalakvanê di biwarê mafê mirovam parêzer Ebdul Celîl Xelîl giritin ji ber ku wî rexne li hêzên ewledarîya Sûrîya li ser awaya bi karanîna tund û tîjî li dijî xwepêşanderan girtîye.
Ji alîyekî din ve, li nav supayê Sûrîya de gelek leşker ji alîyê hêzên ewledarîyê ve dihên kujtin, ji ber ew brîyara kujtina xwepêşanderan ret dikin.
Di evê bareyê de doh li gundê Giryawê nêza bajêrê Qamişlo nêza 2 hezar kurdên Sûrîya di binax kirina laşa leşkerê supayê Sûrîya Fener Mustefa yê temena wî 20 salî beşdarbûn, wek dihê xuyakirin, ku Fener Mustefa nexwezt di kujtina xwepêşanderan de beşdar bibe ji ber evê yekê bavê wî hêzên ewledarîya Sûrîya bi kujtina kurê wî gunehbar dike
PNA