Obama: Usama bin Ladin hate kuştin û termê wî niha li ba me ye
Obama di daxuyaniyeke televîzyonî de ku 9 deqîqe vekêşa got, “Ez dikarim ji gelê DYA û dinyayê rabigihînim ku DYA yê di operasyoneke leşkerî de Usame Bin Ladîn kuşt. Operasyon li ser fermana min pêk hat û termê wî niha li ba me ye.”
Serokê DYAyê da zanîn ku hêzên ewlekariyê yên Pakistanê jî alîkariya wan kirine û spasî Serokê Pakistanê Asîf Elî Zerdarî kir.
AKnews