Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Birêtaniya yê li Iraqê kir
Serok Barzanî ji bo wan hewlên ku bi navê xurtkirina pêwendiyên di navbera her du aliyan xistibû holê spasî balyozê Britanya kir û hêviya serkeftinê ji bo karê wî yê nû da xwest û ji bo wan qurbaniyên ku Britanya ji bona azadiya li Iraqê danê rêz û hirmeta arastekirin.
Ji aliyê xwe ve, balyozê Britanya xweşhaliya xwe bi hevdîtina serok Barzanî derbirî û hewlên birêzî yên ji bo alîkarîkirina encamdana karên xwe yên li Iraqê kirine bi bilind nirxand û ragihand ku Kurdistan beşeke kêm wêneyiye li Iraqê, ji ber ku Kurd dîrok û roleke xwe yê berbiçav hem li Iraqê û hem jî li navçeyê da heye.
Nirxandina guhertinên dawî yên navçeya Rojhilata Navîn, bi taybetî li hinek welatên erebî da mijareke dinê vê hevdîtinê bû û di vî warî de balyozê Britanya li Iraqê ragihand ku ew guhertinên çend welatekî erebî pêkaniye, Kurda berî çend salek kiriye û bi dirêjahiya van çend salan jî kariye bi awayeke serkeftî Kurdistanê birêve bibe.
|