• Saturday, 30 November 2024
logo

Kur û 3 neviyên serokê Lîbiya di bombe barana NATOyê de mirin

Kur û 3 neviyên serokê Lîbiya di bombe barana NATOyê de mirin
Kur û 3 neviyên Serokê Lîbiya Muamer Qezafî di bombe barana firokên NATOyê bo ser baregehên serok li Terablus a paytexta wî welatî de mirin.

Li gor televisyona fermiya Lîbiya, demê firokên NATOyê hêrişî ser baregehê Serokê Lîbiya kirinî, serokê Lîbiya û hevjîna wî û kur û neviyê wî hemî di baregehê de bûn û tenê kurek û 3 neviyên wî mirin lê çi li Qezafî û hevjîna wî nehatiye.

Cihê amaje pêdanê ye demê ku duhî serokê Lîbiya Muamer Qezafî peyamek zindî li ser telefizyona fermî pêşkêş dikir, avahiyên ku dihatin goman kirin Qezafî têde ye rastî hêrişa hêzên NATOyê hatin û ew jî wek amajeyekê bû ku hêdî serokê rêjîmê tê amanc kirin.
Top