• Saturday, 30 November 2024
logo

Suzan Rais: Qezafî hebê "VIAGRA" dide leşkerê xwe

Gulan Media April 30, 2011 Nûçe
Suzan Rais: Qezafî hebê
Suzan Rais nûnera Emrîka li Neteweyên Hevgirtî (UN) ragehand, ku serokê Lîbiya fermana belavkirina hebên VIAGRA bi ser leşkeran de, daye, ev jî bo encamdana destdirêjiya sêksî bo ser jinên opozisyonê, û amaje kir ku serbazên Lîbiya distdirêjiya sêksî bi zarokan re encamdidin.

Li gor nûçeyek rojnama (Şerqelewset) Suzan Rais nûnera welatê Emrîka li rêkxirawa UNê û di demê kombûnek girî ya Civata Ewlehiyê de, ragehand: Muamer Qezafî serokê Lîbiya rêyê li pêş serbazên xwe nagire ku karên pîs û kirêt encam nedin.

Rais got jî ku li gor yasayên nêvdewletî destdirêjiya sêksî tawanek cenge û kesên wî karî encam didin wê bên sizadan.
Top