Almaniya dersînorkirina penaberan ji bo Sûriyê rawestand
Li gor agahiyên malpera KurdWatchê Elmanya wê herweha tevaya biryarên di dozên penaberên ji Sûriyê de ta demeke ne diyar rawestîne.
Rewşa niha ya Sûriyê sedema vê biryara Elmanyayê ye.
Wezareta Dadê, Wekhevî û Întegratsyonê roja pêncşemê ev biryar di nameyeke fermî de ji bo wezaretên hundir ên wîlayetên Elmanyayê eşkere kir.
Hêjayî gotinê ye ku di sala 2008ê de Elmanya û Sûriyê peymaneke vegerandina penaberan imze kiribû. Piştî vê demê hejmareke ne diyar ji penaberên ji Sûriyê, ku piraniya wan kurd in, ji Elmanyayê hatin vegerandin Sûriyê. Gelek ji wan li Sûriyê hatin girtin û işkencekirin. Avesta/KurdWatch