Plana teqandina Cîvata Parêzgeha Kerkûkê hat pûçkirin
Di vê derbarê de Rêveberê Giştî yê Polîsên Kerkûkê Komîser Cemal Tahîr got: ‘’Hêzeke hevbeş a polîs û Artêşa İraqê karîn 6 endamên gruba Ensar El-Sunne destgîr bikin ku plan bo teqandina Civata Parêzgeha Kerkûkê danîbûn.’’
Cemal Tahîr wiha axifî: ‘’Ji aliyê nivîsîngeha serkirdeyê giştî yê wê hêza çekdar ve agahî derbarê planê de gihabûn destê me. Niha ew kesên ku hatine girtin bi mebesta lêkolînê bo beşa dijî tawanbaran hatine şandin.’’
Endamê Civata Parêzgeha Kerkûkê ser bi Lîsta Birayetî Azad Cebarî jî got: ‘’Piştî bûyera Civata Parêzgeha Selahedîn me pêşbîniya vê yekê dikir, ku planeke bi heman rengî bo êrîşkirina ser Civata Parêzgeha Kerkûkê hebe, lê baş bû wê hewldanê şikest anî.’’
Cebarî axaftina xwe wiha qedand: ‘’Şikestanîna vê hewldan û planê şikestxwarina terorîstan e ku di demekê de Nûnerê Neteweyên Yekgirtî Ad Milkert serdana bajarê Kerkûkê dike.’’ Rûdaw