• Saturday, 30 November 2024
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê Lotoya Niştimanî rawestand

Gulan Media April 29, 2011 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê Lotoya Niştimanî rawestand
Piştî agahdariya Wezareta Aborî û Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê sebaret Lotoya Nîştimanî ku li ge yasa û rênmayyan nagonce, Civata Wezîran Lotoya Niştimanî rawestand û ragehand ku muhleta yasayî ya Loto tuneye.

Li gor biryareke Civata Wezîran ya hejimar (4471) di 27.04.2011ê de, Serokatiya Civata Wezîran biryar da ku di cih de Lotoya Nîştîmanî rawestîne herweha li gor nivîsa hejmar (4308) di 26.04.2011ê de, daxwaz ji Wezareta Navxwe û Wezareta Dadê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di cih de çapkirin û firotina bilêt, reklamkirina Lotoya Nîştîmanî bê rawestandin.

Cihê gotinê ye ku ev heyameke reklama nesîba Loto (bo te) li ser (kenal 4) û çend kenalekên din tê kirin.
Top