• Saturday, 30 November 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandekî Parlemena Yekîtiya Ewrupa kir

Gulan Media April 28, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandekî Parlemena Yekîtiya Ewrupa kir
Îro pênçşem 28/04/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li şandekî Parlemena Yekîtiya Ewrupa kir ku ji birêz Steurat Stevin Son, Marîo Moro, Yelko Kaçîn, Etart Montato û Vêla Rêkxerê Karubarê Derveyê Yekîtiya Ewrupa li Iraq û Stanslav Balyozê Polonya li Iraq pêkhatibûn.
Di hevdîtinê de ku birêz Selîm Giravî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrupa amade bû, şanda Parlemena Yekîtiya Ewrupa, xweşhaliya xwe bi vê serdana Herêma Kurdistanê derbirî û ragihand ku helkeftekî dîrokiye ku şandekî Yekîtiya Ewrupa serdana Herêma Kurdistanê bike bo ku ji nêzîk ve agahdarî rewşa wê bibin û pêwendiyeke xurt li navbera Komara Iraq û Herêma Kurdistanê li aliyek û welatên Yekîtiya Ewrupa li aliyeke din ve dirûst bikin. Balkişandin li ser wê yekê ku li vê serdana xwe ya Bexda û Herêma Kurdistanê de baweriyek li cem wan dirûst bûye ku Iraq bi giştî û Herêma Kurdistan bi taybetî, sebaret bi çawayiya çareserkirina gîr û giriftan dikarin mînakeke baş pêşkêşî rojhilata navîn bikin. Her wiha ragihand ku ew çend rojên li Herêma Kurdistanê da bûne têbîniyeke baş li ser Herêmê tomar kirine û behsa rola Herêmê ya sebaret bi piştgirîkirina hemwelatiyên Mesîhî ewên ku bi sedema karê tundutîjiyê ve serî li Herêma Kurdistanê dane kirin ku li ser budçeya sînordarê Herêmê girîngiyeke baş ji bo guzeraniya wan hemwelatiyan daye.

Di derbarê serdana xwe ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, şanda Parlemena Yekîtiya Ewrupa ronahî kir ku heta niha serdana wan li astekî pêwîst de nebûye, ji bo wê yekê biryar dane ku bi berdewamî girîngiyê bi her du aliyan de bidin. Iraq û Herêma Kurdistanê du mînakên pozîtîfin û qet jî nebûne beşekî wan pirsên ku li rojhilata navîn û navçeyê da hatiye holê.

Serok Barzanî, li gel bi xêrhatina şandê, axaftinek sebaret bi pêvajoya siyasî û aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê xisterû û ragihand: Raste li Iraq û Herêmê gîr û girift hene lê belê li ser bingehekî dirûst birêve diçê, ne li Iraq û ne li Herêma Kurdistanê kesek tûne heta hetayê li ser kursî hukim de bimînê û desthilat birêvebirin jî ji du dewreyan ne zêdetire û ev hilbijartinên ku li Iraq û Herêmê hatine encamdan li jêr çavdêriya Yekîtiya Ewrupa û Neteweyên Yekgirtî û çavdêrên civakên medeniyan ve birêveçûye.

Li ser rewşa Mesîhiyan jî Serok Barzanî ragihand ku ew zarokê resenê vî welatîne û beşdarî li binyatnana şaristaniyan da kirine. Ji bo wê yekê erkê li ser şanê meye ku piştgiriya wan bikîn.

Di mijareke dinê vê hevdîtinê de Serok Barzanî ronahî xiste li ser rewşa Herêma Kurdistanê û rûdawên vê dawiyê û balkişand li ser wê yekê ku du salên din hilbijartin tê kirin û qet jî me ne gotiye em li hemû rûyek ve dikarin û sê hilbijardeyê me xistiye li ber opozîsyon an ew beşdarî li çaksaziyê bikin an jî beşdarî li Hikûmetekî bingeha wê berfireh bikin eger na bila pêkve hilbijartinekî pêşwext encam bidîn bo ku gel biryara xwe ya dawî bide.

Sebaret bi çaksaziyan jî, Serok Barzanî balkişand li ser bernameyê ku ji bo çaksaziyê hatiye amadekirin û ragihand ku niha wê bernameyê xistine warê bi cîhkirinê û tekez jî li ser cîddiyeta bi cîhkirina bernameyê kir.

Di derbarê meseleya Kerkûk û navçeyên dinê veqetandî, Serok Barzanî balkişand li ser wan gûhertinên ku li vê dawiyê de li posta îdariyên parêzgehê ve hatine kirin û pêdagîriyê jî li ser bi cîhkirina tevahiya wan birgeyan kir ku li maddeya 140 a destûra Iraqê da hatine.

Di dawiya hevdîtinê de, şanda Parlemena Yekîtiya Ewrupa ji bo ronahî kirinan spasiya Serok Barzanî kir û ragihand ku deng û nirxandinên birêz cihê teqdîra şanda Parlemena Yekîtiya Ewrupaye û behsa sebaret bi tevgerên demokratiyên beramber opozîsyon tevgerên Hikûmeta Herêmê kirin û ragihand ku tevgerên demokratiyane û şaristaniyane bûne.

Serok Barzanî jî behsa rola birêz Stîurat Stevin Endamê Parlemena Yekîtiya Ewrupa kir û ragihand ki ew bi xwe û gelê Kurdistanê agahdarî rol û xebat û wan karê başên wî ne ku li sala 1991 da ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê encam daye.
Top