Komîteya şopandina bernameyê çaksaziyê ji aliyê serok Barzanî ve hat damezrandin
Fuad Husên serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê Duhî çarşemê 27.04.2011 eşkere kir ku bi biryara birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê komîteyek hate pêkanîn û wekî ku di biryarê da hatiye diyarkirin komîteya navborî dê wan erkên ji aliyê serokê herêmê ve hatiye spartin bi cîh bike.
Fuad Husên her wiha got ku serokê herêma Kurdistanê heta niha wekî pêvajoya hemû aliyên çaksaziyê bi serkeftî encam bigihîne, Cenabê Serok bi pêwîstî zanî ev lîjne bête pêkanîn. Ji ber wê yekê karê vê lîjneyê jî dibê temamkerê karê lîjneyên din û cara dawî dibê sedema baştir birêvebirina naveroka bernameya çaksaziyê.