Kurdên Sûriyê pêşniyarên xwe li Stenbolê rêz kirin
Kurdan pêşniyarên xwe rêz kirin
Yek ji siyasetmedarên Kurd Rabhan Remezan di konferansa ku li otela Grand Cevahir a Stenbolê hatibû lidarxistin de axivî û got: ‘’Em piştgiriyê didin birayên xwe yên di nav tekoşînê de û ji bo Sûriyeke demokrat xebatê dikin.’’ Remezan da zanîn ku rejîmê siyaseta xwe ya “çavtirsandinê” xistiye pratîkê û ji bo serkutkirina opozîsyonê teoriya komployan di afirîne; “Em dixwazin ku operasyonên ji aliyê wezareta navxwe ku ligel mûxabaretê dijî opozîsyonê tên kirin, bên rawestandin.”
Li gor ajansên nûçeyan, Remezan wiha axifî; “Li girtîgehan bi hezaran mirovên bê gûneh hatine girtin. Îro jî heman siyasetê bikartînin û çalakvanan dikujin. Hikûmeta Sûriyê ne serbixwe ye. Gel dixwaze beşdarî rêveberiyê bibe û em dixwazin siyasetên cûdaxwaz ên li dijî Kurd, Turkmen û Asûriyan tên bikaranîn bi dawî bibin.”
Remezan pêşniyarên xwe wiha rêz kirin:
“Pêşniyarên me ew in ku destûrê bidin çalakvanan; kesên di çalakiyan de hatine kuştin wek ‘şehîd’ bên qebûlkirin. Dadgehên leşkerî bên rakirin û dosyeya derbarê sûcên siyasî de bên girtin. Divê yasayek bê derxistin destûrê bide grev, medya û partiyên siyasî û derbasî sîstema pir partîyetî bibe. Derbarê girtiyên niha de raya giştî bê agehdarkirin. Maddeya 8. a destûra bingehîn ji holê bê rakirin, bi vî awayî jî wê li Sûriyê cûdahiya etnîkên cûda yên wek Kurd, Turkmen û Sûryanî û cûdahiya olî bê rakirin.”
Varol: Eger hêza te ya ji bo reforman nebe, dest ji erka xwe berde
Nivîskar Ahmet Varol jî di konferansê de axivî û ragehand ku divê li Sûriyê edalet bikeve pratîkê û qatîl bên cezakirin; “Em ji rêveberiyê dixwazin ku katîlan bibîn, lê di serê qatîlan de birayê Beşar Esed tê dîtin. Esad dikare birayê xwe ceza bike. Herwiha ger hêza te ya jib o reforman nebe, dest ji erka xwe berde.”
Munîr: Ma çi sûcê zarokên di girtîgehan de ji dayîk bûyîn heye?
Nûnera jin a ji Sûriyê Azad Munîr jî got: “Rejîma Sûriyê di warê zilma li ser jin û mêran de bi awayekî wekhev tevdigere, li Sûriyê îşkenceya li jin û mêran jî tê kirin bi heman awayî ye.” Mûnîr wiha dirêjî bi axaftinan xwe da: ‘’Di nav de zarokan jî para xwe ji îşkenceyê girtine û bi derbazbûna salan re îşkence kêm nebûye. Li Sûriyê jinan bedelek mezin dane, polîsên Sûriyê dema li mêrekî digerin ku bigrin û nebînin, hevsera wî digirin û wekî dîlan bikartênin. Gelek zarok di girtîgehan de, dîsan ewqas zêdetir li derveyî welat ji dayîk bûne. Çima vê zilmê li van mirovane dikin, çima dema min di temenê 13 saliyê de bi xerîbiya welatê xwe nivîsand û ji ber nivîsandinên min li Sûriyê lêpirsîn ligel xizmên min hat kirin?”
Mecîd: Esad wekî Moxolan êriş kir
Ji eşîra Mecîd Şêx Abdulrehîm jî Mecîd da xwiyakirin ku bang li Esad kirine bersivê bide pêşniyarên eşîrên din, lê Beşar Esad û Partiya Baas pêşniyarên wan paş guh xistine. Mecîd got: ‘’Esad bi komkujiyan bersiva pêşniyaran da. Li Humusê hêzên Baas wekî Moxolan êriş kirin.”
Sîîde: Rejîma Sûriyê rewatiya xwe winda nekiriye
Ji Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn û Afrîqa, lêkolînvanê Kurd Abdulbasik Sîîde jî wiha axifî: “Rejîma Sûrî rewatiya xwe winda nekiriye, ji xwe nebû. Vê rejîmê bi darbeya leşkerî rêveberî girt destê xwe û Esadê berê li dijî kesên ku ligel şoreş kirin, darbe çêkir.” Sîîde diyar kir ku gel li welatê xwe wekî biyaniyan jiyan dikin û wiha pêde çû: “Li Sûriyê pirsa bingehîn zextên rejîmê ne. Li Sûrî ger hevwelatiyek diçe balefirxanê mameleya sûcdariyê dibîne. Bi vî awayî jî Baasê bi yekcarî îdeolojiya xwe ji gel qût bûye.’’ Abdulbasik Sîîde di dawiyê de wiha bang li Esad kir: “Eger tû dibêjî ez nikarim rêveberiyê bi rêve bibim, dest ji erka xwe berde.”
Beşdarên konferansê
Di konferansê de Serokê Yekitiya Baweriya Îslamî ya Sûriyê Şêx Muhammed el Sabunî, Ehmed Remezan, Sekreterê Giştî yê Birayên Mûsilman Muhammed Şifkî, Serokê Rêxistina Mafê Mirov a Sûrî Welîd Saffur û ji gelek aliyên cîhanê nûnerên ji Sûrî beşdar bûbûn. Rûdaw