Dadgeha Bilind a Tawanan fermana girtina bi dehan misteşar derdixe
Çavkaniya Hevpeymaniya Kurdistanê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji malpera Xendan re got: “Tê çaverêkirin Dadgeha Bilind a Tawanan fermana girtinê ji bo 285 misteşar û fermandarên ku destê wan di dosyeya Enfal, kîmyabarana Helebce û çend gundên din ên Herêma Kurdistanê di salên heştêyan de heye derbixe.”
Heman çavkaniyê ew yek jî eşkere kir ku ew biryara taybet a Dadgeha Bilind a Tawanan e, biryarek dadgehê ye û dûrî siyasetê ye; “Dadgeha Bilind a Tawanan ew deshilat heye û têkilî li gel ti aliyekî siyasî nîne.”
Endamê Desteya Parêzerên Dosyeya Enfalkiriyên Barzaniyan derbarê dosyeya Enfala Barzaniyan de wiha axifî: “Bi armanca biryar girtina li ser dosyeya Enfalkirina Barzaniyan, biryar e roja pênşemê (28.04.11) rûniştina dawî li ser wê biryarê bê kirin û cezayê tawanbaran bê dayîn. Di wê rûniştinê de wê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistan, Parlementoya Kurdistanê û xizmên şehîdan amade bibin. Em hêvîdar in ku biryara dawî wekî tawanên Enfal, kîmyabarana Helebce û Enfala Feyliyan, ew dosye jî wekî jenosîd bê pejirandin.''
Hêjayî gotinê ye rûniştina yekemîn ya dosyeya Enfalkirina Barzaniyan 02.06.2009an dest pê kir. Ji 39 rûniştinên derbas bûyî, ji 39 doz û 28 şahidan îfade hatine wergirtin. Tawanbarên herî giring ên nava qefesê jî evin; Tariq Ezîz, Wetban Îbrahîm, Sadûn Şakir û Hîkmet Mizban Îbrahîm. Rûdaw