• Saturday, 30 November 2024
logo

Ragehandina hevbeşa mekteba siyasiya PDK û YNKê

Gulan Media April 26, 2011 Nûçe
Ragehandina hevbeşa mekteba siyasiya PDK û YNKê
Herdu mektebên siyasî yên Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bo gotûbêjkirina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Îraqê û derdorê bi giştî, îro li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê kombûn û piştre ragehandinek hevbeş belav kirin.

Di ragehandina hevbeşa PDK û YNKê de herdu alî hevra bûn ku rewşa kurdistanê berev arambûnê ve diçe û biyavê têkeheştinê zêdetire, lewra carek din herdu aliya pabend bûna xwe bi gotûbêjan bo çareserkirina kêşe û giriftan û parastina berjewendiyên bilind û parastina ezmûna Kurdistanê dubare kirin.

Her di wê ragehandinê de hatiye: "Em weha dibînin ku destpêşxeriya serokê herêma kurdistanê sebaret encamdana çaksaziyê û destpêkirin bi kombûna navbera hêz û aliyên siyasî de, çarçovek goncayî ye bo derketin ji ev rewşa ne tendurista niha."
Top