Ragehandina hevbeşa mekteba siyasiya PDK û YNKê
Di ragehandina hevbeşa PDK û YNKê de herdu alî hevra bûn ku rewşa kurdistanê berev arambûnê ve diçe û biyavê têkeheştinê zêdetire, lewra carek din herdu aliya pabend bûna xwe bi gotûbêjan bo çareserkirina kêşe û giriftan û parastina berjewendiyên bilind û parastina ezmûna Kurdistanê dubare kirin.
Her di wê ragehandinê de hatiye: "Em weha dibînin ku destpêşxeriya serokê herêma kurdistanê sebaret encamdana çaksaziyê û destpêkirin bi kombûna navbera hêz û aliyên siyasî de, çarçovek goncayî ye bo derketin ji ev rewşa ne tendurista niha."