Partiyên rojava di bin navekî de kom dibin
Nivîskar Berzo Mehmûd ku kesekî serbixwe ye û li Qamişlo dimîne, di gotarekê de bi ferehî li ser vê mijarê radiweste. Ew partiyên Rojava di du koman de dabeş dike: Koma Partiyên Mezin û Koma Partiyên Biçûk.
5 partiyên mezin û 10 partiyên biçûk hene
Li gor nerîna Berzo Mehmûd koma partiyên mezin ji 5 partiyan pêk tên, ew jî ev in:
Partiya Dîmoqrata Kurd li Sûriyê bi rêberiya Dr. Hekîm, Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, bi rêberiya Ismaîl Hemê, Partiya Yekîtiya Dêmoqrata Kurd li Sûriyê, piştî koçkirina serokê wê Ismaîl Omer niha bi rêberiya Sekreterê wê M. Şêx Alî, Partiya Pêşverûya Dêmoqrata Kurd li Sûriyê bi rêberiya Hemîd Derwêş û Partiya Yekîtiya Dêmokrat PYD (Hevalbendên PKK‘ê ne). Herwiha 10 partiyên biçûk hene, ku hebûna wan di nav gel de gelek kêm e û bi navê sekreterê xwe tên naskirin.
Ji bilî partiyên ku Mehmûd binav kirin, hejmarek partiyên din jî hene ku tenê li derveyî welat in û dibe ku ji partiyên biçûk jî biçûktir bin.
Sê navendên xebatê: Hevkariya Demoqrat, Encumena Siyasî û PYD
Di nav pirbûna hejmara partiyan de û ji ber tunebûna isbatên meziniya û biçûkiya partiyan, gel û kesên partîzan jî li ber astengiya peydakirina gotina siyasî û armanca yekbûyî ya Kurdên Sûriyê bê çare dimînin. Li ber vê pirsgirêkê daxwazên yekkirina partiyan hertim bilindtir dibûn, nemaze ji dawiya salên 80‘an ve. Lê dîroka jiyana rêxistinî dide xuyakirin ku parçebûn û zêdebûna partiyan ji yekîtiyan bêhtir e. Niha du çarçove hene, yek: Hebendiya Dêmoqrata Kurd li Sûriyê ku di bin siha wê de du partî, Partiya Yekîtîya Dêmokrata Kurd li Sûriyê û Partiya Pêşverûya Dêmokrata Kurd li Sûriyê, cih digrin.. Çarçova din jî Encumena Siyasiya Kurd li Sûriyê ye. Ev encumen sêhwana 9 partiyan e. Ango wisa mirov dikare xebata siyasî ya Kurdên Rojava di 3 navendan de dabeş bike. Hevbendî, Encumena Siyasî û Partiya PYD.
Hevkariya ji bo Serhildana Sûriyê
Ji dema destpêkirina xwepêşandanan li Sûriyê di 15‘ê Adara çûyî de hemû rêxistinên siyasî dest bi hewldanên yekitiya hêzên Kurd kirin. Lê ev hewldanên wan ne li gor daxwazên qonaxê bûn û di 5 heftiyên çûyî de nîşanên cuda ji tevgerê hatin. Ragehandinên fermî yên rêxistinan gelek caran bi navê çarçoveyan hatin, di heman demê de endamên çarçoveyan belavokên bi navê partiyên xwe belav kirin, carna jî di nava çarçoveyan de hevkariyên nû peyda bûn wek Komîteya Hevkariyê ya Partiya Yekîtî, Azadî û Pêşeroj, ku çend ragehandin derxist. Ev hersê Partî endamên Encumena Siyasî ne. Ragehandinên 5 heftiyên çûyî bi giştî didan xuyakirin ku hevkariya di nav partiyên Kurdên Rojava de pir kêm e. Lê carna jî ragehandinên bi navê Koma Partiyên Kurd li Sûriyê derketin.
Tevgera Nîştîmanî ya Kurd hat damezirandin
Di 14ê Nîsanê de di nav hersê navendên tevgera Siyasî ya Kurd li Sûriyê civînek hat lidarxistin û di encamê de her sê alî çarçoveyek nû ragehandin.
Berpirsê rêxistina Ewrûpa yê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Mizgîn Mêqerî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got ku partiyên Kurd niha bûne yek “Encumena Siyasî, Hevbendî û PYD ew niha di bin yek sihwanê de bi navê Partiyên Tevgera Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê kom bûne, ew niha nûnerên gelê Kurd in û kes nikare wan li paş guhê xwe bihêle. Li gel ku çend dengên li dijî tevgerê derdikevin, lê ew ê nikarîibin rêya gel biguherin û em bihêvî ne ku ev çarçoveya hevkariyê kûrtir bibe.’’
Li ser pirsa me ya wek, gelo ev çarçoveya nû tê wateya ku Encumena Siyasî û Hevbendî bidawî bûne Mêqerî dibêje “Nexêr, çarçoveyên kevin hîn hene, lê daxwaza me ew e ku di pêşerojê de ev nemînin. Ez hêvî dikim ku ragehandinên vê çarçoveya nû ne bi navê Partiyên Tevgerê lê bi navê Tevgera Nîştîmanî ya Kurd derkevin.’’ rûdaw