Konferensa (Îraqeke bê nexweşiya malariya) li Hewlêrê
Îraqê û bi amadebûna Tahir Hewramî wezîrê tenduristiyê yê hikûmeta herêma Kurdisatanê û Asos Necîb wezîra kar û karûbarên civakî yahikûmeta Kurdistanê û hijmareke dixtor û pisporên warê saxlemiyê yên Îraq û herêma Kurdistan, duhî 25.04.2011ê, bi minasebeta roja Malariya ya cîhanî, wezareta tenduristiyê ya Îraqê konferensek jêr navê (Îraqeke bê nexweşiya Malariya) li bajarê Hewlêrê saz kir.
Di destpêka konferensê wezîrê saxlemiyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û got: Her sal bi sedan kes li cîhanê bi vê nexweşiyê nexweş dikevin û nêzîkî 800hezar kes salê bi nexweşiya Malariya dimirin ku, piraniya wan ji welatên hejar in.
Hewramî herwesa di peyva xwe de behsa nexweşiya Malariyayê li herêma Kurdistanê kir û got: Ji sala 2008ê vir de ev Nexweşiya li Kurdistanê hatiye binbir kirin û salên din bi vî awayî bû:
2000ê 75 kes
2001ê 1080 kes
2002ê 837 kes
2003ê 313 kes
2004ê 92 kes
2005ê 39 kes
2006ê 21 kes
2007ê 3 k3s
2008ê yek kes
Wezîrê tenduristiyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê tekîd kir ku herêma Kurdistanê ji nexweşiya Malariyayê hatiye paqij kirin.