• Friday, 29 November 2024
logo

Wezîrê derve yê Turkiyayê gihîşte Hewlêrê

Gulan Media November 7, 2010 Nûçe
Wezîrê derve yê Turkiyayê gihîşte Hewlêrê
Îro perî nîvro, Ahemd Davud Oglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê bi riya balafirxana navdewletî ya Hewlêrê gihîşte Herêma Kurdistanê û ji aliyê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Berhem Ehmed Salih Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmarek berpirsên din yên hikûmetê ve hat pêşwazîkirin.

Ahmed Davud Oglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê di civîneke rojnamevaniyê de diyar kir ku tu armancên taybet ên serdana wî bo Hewlêrê tune ne û diyar kir ku armanca serdana wî gotûbêjkirine derbarê pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê.

Davud Oglu her wiha destpêşxeriya serok Barzanî di çareserkirina pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de bi giring da zanîn.
Top