Li Parlamentoya Ewrûpa konferansa 'YE, Kurd û Tirkiye'
Piştî KCKê biryara "bêçalaktiyê" heta hilbêjartina giştî ya 2011an dirêj kir derbarê çareserkirina pirsa Kurd de jî nîqaş zêde dibin. Koma Dostaniya Kurd a Parlamentoya Ewrûpa ya Brukselê bi beşdarbûna pispor û rewşenbîrên bi nav û deng di navbera di navbera 17-18ê Mijdarê konferansekê bi navê "Yekîtiya Ewrûpa, Kurd û Tirkiye" lidar dixe.
Konferans dê bi axaftina Parlamentera DEPê ya berê Leyla Zana û Endama Koma Dostaniya Kurd a PE û Parlamenterê Partiya Çepgîr a Alman Jurgen Klute dest pê bike û bi panelan berdewam bike. Di panela bi navê "Kurd, Tirk diyalog: Tenê riya aştiyê" de Hevserokê KCDê Ahmet Turk, Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, rojnameger Cengîz Çandar û Ruşen Çakir dê nêrînên xwe vebêjin.
Panela konferansê ya duyemîn jî dê bi navê "Kevneşopiya çareseriya siyasî û bandora pevçûnan a li ser civakê" be. Di panela ku dê modelên çareseriya siyasî jî bên nîqaşkirin moderatoriya wê Rojnamegerê Alman Edgart Aurt û Mamostayê Amerîkî Prof. Mîchael Gunter dê bikin. Di panelê de Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) Gul Kiziltaş, Hevseroka Komîsyona Têkel a Yekîtiya Ewrûpa û Tirkiyê Helene Flautre, Parêzer Omer Guneş, Seroka TÎHVê Şebnem Korur Fîncanci û Civaknasê Alman Martîn Dolzer dê pêşniyarên xwe vebêjin.
Roja 2-mîn a konferanê jî panela bi navê "Çareseriya pevçûnan: Pêvajoya diyaloga siyasî û bingehdanîna aştiya pêwîst" dê were niqaşkirin. Di panelê de ji Kongereya Neteweyî ya Kurdistanê Songul Karabulut, ji TESEVê Dîlek Kurban û ji Zanîngeha ODTU-yê Prof. Dr. Îhsan Dagi dê cih bigirin. Mêvanên rûmetê yên konferansê ku dê 2 rojan berdewam bike Porf. Dr. Naom Chomosky, wêjevanên Tirkiyê Vedat Turkalî û Yaşar Kemal û Nivîskara Îranî ya xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Shîrîn Ebadî bin. (Rûdaw)