Serokê Barzanî pêşwazî li şandeka bilind a BDP’ê kir
Di hevdîtinê de ku birêz Kerîm Şingalî Wezîrê Navxoya Herêma Kurdistanê amade bû, birêz Selahedîn Demîrtaş di derbarê pêvajoya Kurd li Tirkiye û li pêşhat û gûhertinên li nav Tirkiyê de axaftinek pêşkêş kir û balkişand li ser girîngiya diyalogê û ji bo peydakirina mekanîzmekî guncawa çareseriya pirsan bi rêya aştî û demokrasî de kir.
Her wiha ronahî xiste li ser girîngiya dirêjkirina wan agirbestên ku niha li holê daye ku li qazanca her du aliyane û girîngiya berdewambûna wê agirbestê dûpat kir.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ronahî xiste li ser girîngiya çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiye bi rêya aştî û demokrasiyê pirsa Kurd li Tirkiye û tekez li ser xebata dîplomasî û siyasî û Parlemenî û ragihandinê kir ku wekî mercekî serekiye ji bo xistina rûyê daxwazan û komkirina piştevanî û hevsoziyê ye.
Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê bi hemû kiryarek ve piştgîriyê li bijardeya aştiyê dike û hêvî xwest ku hemû partiyên Tirkiye piştgîriyê li wê bijardeyê bikin, ji ber ku dinya hatiye gûhertin û ev çend salên derbasbûyî jî diyar kir ku pirsa Kurd bi şer nayê çareser kirin, belku li rêya diyalog, danustandin û hevdû têgihiştinê çareser dibe û balkişand li ser wê yekê ku tirsnaktirîn tişt eweye ku nakokiyan bixin radeya şerê Kurd û Tirk, ku eve jî karesateke û pêwîste her du alî xwe jê biparêzin û piştgiriyê bi BDP da ku demokrasî li Tirkiyê da berev pêşvebiçê û meseleya Kurd jî pêşdikevê û piştevanî û hevsozî jî zêdetir dibe.
Sebaret bi konferansa Aştî jî Serok Barzanî piştevaniyê li her hengavek kir ku bingeha wê pêkve jiyana demokrasî û tebayiya li nav pêkhatan da be.