• Friday, 29 November 2024
logo

Wezîrê Derve yê Britanya piştevaniya welatê xwe bo destpêşxeriya Serok Barzanî derbirî

Gulan Media November 4, 2010 Nûçe
Wezîrê Derve yê Britanya piştevaniya welatê xwe bo destpêşxeriya Serok Barzanî derbirî
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di pêwendiyeke telefonî de li gel birêz William Hague Wezîrê Derveyê Britanya basa rewşa siyasiya Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta bê kirin .

Di pêwendiya telefonî de, Wezîrê Derveyê Britanya piştevaniya welatê xwe bo destpêşxeriya birêz Serok Barzanî derbirî.

Di beşekî dinê pêwendiyê de behsa pêşhatên dawîn ya proseya pêkanîna Hikûmeta Iraqê di çarçoveya destpêşxeriya Serok Barzanî û kombûna berdewamiyên lîsteya serketiyan hate kirin û dûpat li girîngiya gihiştina bi pêkanîna Hikûmetekî kirin ku hikûmetekî hevbendiya rasteqîne bê û sercem pêkhatên gelên Iraqê li xwe bigrê û bi awayekî ku li asta daxwaz û pêdiviyan û berqerarkirina aramiya li welat da bê.

Her wiha derbarê pêwendiyên di navbera her du aliyan de jî guftûgo hate kirin.
Top