Serok Barzanî serxweşî li sekreter û endamên polîtburoya PDK-ElPartî kir
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Birayên rêzdar, sekreter û endamên polîtburoya Partiya Demokrata Kurd li Sûriya (Partî) û binemala Xweda jê razî..
Bi xem û pejareyek mezin ve, nûçeya koça dawî ya birayê xebatkar û niştiman perwerê kurd û kesatiya xuyayî li Sûriya, sekreterê berê yê Partî Hacî Deham Mîro gîşte min.
Koça dawî ya vê kesatiyê ez êşandim, ku hemû jiyana xwe di xizmeta neteweya xwe de buhurand û bi helwestê xwe yê niştimanî û neteweyî yê neguhorî û xwegiriya wî ya bi rêbaza Kurdayetiyê rêbaza Barzaniyê nemir ve hatibû naskirin.
Salên sosretiyê û kederan û zîndankirinê, ti demekê ew nehejandin û heta henaseya xwe ya dawî, baweriya wî bi mafên rewayên niştimanî û neteweyî yên kurd hebû.
Ji ber vê bûyera diltezîn, ez pirs û serexweşiyê pêşkêşî kes û kar û hevalên rêbaza wî yên nav Partiya Demokrata Kurd li Sûriya (Partî) bi serkirde û endaman ve dikim û daxwazê ji Xwedayê mezin dikim, ku wî bi buheşta xwe ya berîn şad bike û hedariyê û dilnewayiyê bide hemû aliyan.
înne Lillah We înne Îleyhî Racî`ûn
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03/11/2010