Li Bexdayê zincîreka teqînan: 75 kuştî û 350 birîndar
Li gor ajansên nûçeyan duhî danê hêvarê nêzîk hevde teqîn li bajarê Bexdayê di yek dem de hatin rûdan ku 13 ji wan teqînan bi rêya otombêlên tijî teqemenî hatibûn encamdan.
Piştî van bûyerên xwînawî, hatinûçûn li Bajarê Bexdayê û piştire li parêzgeha Enbar jî hat qedexekirin.
Ev yeke jî piştî du rojan tê ku 9 tîrorîstan nêzîkî 100 feleh di dêreka Bexdadê de zîndanî kirin, û di encama hêrişa hêzên ewlekarî bo rizgarkirina girtiyan de bi dehan kuştî û birîndar ketin.